IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîn li rojhilata parêzgeha Diyala Iraqê

Çavkaniyên medyayê teqîna bombeyeke li kêleka rê li riya trimbêla hilgirê hêzên eskerî yên Iraqê li navça Xaneqînê li rojhilata parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê agahî dan.

 Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, îro yekşem piştî teqîna bombeyeke li kêleka rê li riya  trimbêla  hilgirê hêzên vî welatî, hejmarek ji eskerên iraqî birîndar bûn, heya niha li bara  hûrgiliyên teqînê û xisarên wê tiştek nehatiye ragahndin.

Di hemen demê de, eskerên artêşa Iraqê li operasyoneke berfireh li Hewz Hemrînê li parêzgeha  Diyalê sê endamên  tekfîrî yên DAIŞ`ê peyda kirin û kuştin.

Li gorî raghandina  medya iraqî,  yek ji kuştiyên  DAIŞê   ji  kesên întiharî yê vê koma tekfîrî bûye.

Artêşa Iraqê vê dawiyê operasyoneke berfireh bo şopandina  endamên mayî yên DAIŞ`ê li Diyalê destpê kiriye.

Dewleta Iraqê, 21 Kanûna 2017`an ,  dawîbûna  hizûra eskerî ya koma terorîstî ya DAIŞ`ê raghand lê paşmayiyên  terorîstan, hin êrişan li   navçên vî welatî cih tînin.

Başa dön tuşu