NûçeRojhilatanavinSûriye

Neyarên dewleta Sûriyê pişkdariya civîna Sûçiyê dikin

 

Neyarên dewleta Sûriyê li çarçîva taximekî 10 kesî pişkdariya gotûbêjên sûrî-sûrî yên Astanê ku li Sûçiyê birê dikeve dikin.

Li gor rapora ajansanûçan a IRNA`yê, ji zarê medyayên rûsî, Ayman El-Esîmî berdevkê taxima neyarên dewleta Şamê ragihand ku Neyarên dewleta Sûriyê li çarçîva taximekî 10 kesî dê pişkdariya gotûbêjên sûrî-sûrî yên Astanê ku li Sûçiyê birê dikeve dikin û serokê vê taximê jî Ehmed Tûma ye.

Ajansa nûçan a Sputnîkê ragihand ku ev taxima neyarên dewleta Şamê êvaraduh yekşemê gihêşte Sûçiyê.

Dewra dehane gotûbêjên Astanê bona çareserkirina kirîza Sûriyê ji îro duşemê li Sûçiyê dê birê keve û sibe sêşemê jîdêbê domandin.

9 dewregotûbêjên sûrî-sûrî yên Astanê li bajarê Astanê paytexta Qezaqistanê birê ket û dewra dehane van gotûbêjan jî li bajarê Sûçiya Rûsiyayê dêbirê keve.

Hatiye ragihandin ku welatên garantîkerê agirbesa Sûriyê û nûnerên Rêxistina Netewên Yekgirtî jîdê pişkdariya vê civîna sûrî-sûrî bikin.

Stefan De mistora nûnerê taybete rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê jî pişkdariya vê civînê dike.

Eva li halekê ye ku Amerîka vexwendina vê civînê retkir..

Başa dön tuşu