Gotûbêja Îran û Sûriyê li bara daxûyaniya dawiyê ya civîna Sûçiyê
Alîkarê pilebilind a wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina bi nûnerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara bername û daxûyaniya dawiyê ya dehemîn civîna muzakirên sûrî li Sûçiyê şêwirîn.
Li gorî rapora Duşemiyê şevê ya IRNA`yê, Huseyn Cabêriyê Ensarî û Beşasr Ceferî li vê hevdîtinê ku li çarçoveya hevdîtinên dualî yên taximên beşdar li civîna navneteweyî ya aşitiya Sûriyê li Sûçiyê hat lidarxistin li bara mijarên têkildarî komîteyên qanûna bingehîn, veguhestina girtiyan û her wiha bername û daxûyaniya dawiyê ya dehemîn civîna Astanê gotûbêj kirin.
Cabêriyê Ensarî berêvara roja Duşemiyê her wiha tev Îstefan Dê Mîstora, nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê li bara dawîn alûgurên vî welatî li Sûçiya Rûsiyê gotûbêj kir.
Beriya hevdîtina tev Dê Mîstora, muzakirekirê pilebilind ê Îranê tev Elêksander Lavrêntîf, nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê û serokê taxima muzakirekirê Rûsiyê li civîna Sûriyê jî hevdîtin û gotûbêj kiribû.
Civîna giştî ya Sûçiyê dê îro bê lidarxistin û taximên Îran, Rûsiye, Tirkiê dê têde beşdar bibin.
Elêksader Lavrêntîf û Sedat Onal, serokatiya taximên rûsî û Tirkiyê dikin.
Qanûna bingehîna nû ya Sûriyê, meselên însanî ji wan vegeryana awareyan û azadiya zindaniyan û girtiyan di rojeva civîna Sûçiyê de ne.
Welatên garantorê agirbesê li hev kirin ku bi nûnerên Rêxistina Neteweyên yekbûyî û aliyên pevçûnê re li bara destpêbûna karê komîsyona qanûna bingehîn civînên şêwirînê li dar bixin.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.