Mêdyayên çînî qala berçavnegirtina boykotên Amerîkayê ji alêiyê Kompaniyên çînî va kirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Rojnameya Global Timesê ku ji aliyê Partiya serdest li Çînê va tê weşandinê, roja Sêşemiyê nivîsî: Kompaniyên çînî ji niha û pêva bikaranîna Yuwanê ku yekîneya diravê Çînê ye dewsa diravên din weke Dolar û Euroyê li danûstandinên digel Îranê zêde dikin.
Li gorî vê raporê, Kompaniyên çînî naxwazin girêdayî bi diravin bin ku Amerîka wan boykot dike; beelkî berê xwe didin bikaranîna Yuwanê ku her rojê zêdetir di asta navneteweyî da tê bikaranîn.
Xua Lîmîng (Hua Liming) balyozê berê yê Çînê li îrabnê jî ji nûçegihanê rojnameya Global Timesê ra got: Riyên têkilliyên bi dolarê digel Îranê bi saya boykotê tên girêdanê û Çîn û Îran divê li dû riyên nû yên danûstandinên dirêv bin ku yek ji wan bikaranîna Yuwanê ye.
Xua Lîmîngê her wiha got: Kompaniyên Çînî ji bo derbaskirina berbenda boykotan mîna berê gereku zêdetirê Yuwanê bi kar bînin ku ev kar jî pêştir pêk hatiye.