Emerîka şirîkê cinayeta hevalbendiya siûdî li Yemenê
Sinatorê emerîkî, dewleta Emerîkayê ji ber piştgiriya çek û sîlehî ji Riyazê, şirîkê cinayetên Erebistana Siûdî li Yemenê da zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçana Misrê, Bêrnî Senders (Bernie Sanders), sinatorê xweser a emerîkî got ku dewleta Emerîkayê bi piştiriya ji hevalbendiya erebî bi serokatiya Erebistanê, ji bo êrişa ser Yemenê, şirîkê cinayeta Rejîma Alê Siûd e.
Senders wek beretka li hember êrişa balefirên cengê yên Erebistanê û Îmaratê ser ûtûbûsekek hilgirê zarokên yemenî li Sedeyê got: Waşengton bi piştgiriya çek û sîlehî û pêkanîna rewşê ji bo wergirtina ardûyê ya balefirên cengê yên hevalebdniya erebî û alîkariyên operasyonî li vê cinayetê hevdest e.
Wezareta karên derve ya Emerîkayê wek berteka li hember vê êrişê bêyî şermezarkirina wê ji Erebistanê xwest ku li vê barê lêkolîneke tam û tekûz raber bike.
Wezareta Tendrustiyê ya Yemenê ragihand ku li encama êrişa roja Pêncşemiyê ya balefirên cengê yên hevalbendiya destdirêjkiran bi serkirdetiya Erebistanê ser ûtûbûsa hilgrê zarokên yemenî li bajarê Zehyanê ya parêzgeha Sedeyê, 5 kes hatin kuştin û 77 kes jî birîndar bûn.