Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS): Gelê Filsitînê xwenîşandanên xwe yê bo azadî didomînê
Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) destnîşan kir: Gelê Filsitînê xwenîşandana mezin a mafê Vegeriyanê heta serêxwegirtina hemî armancan û işkandina dorpêça Zîvala Xezeyê didomînin.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, Hazim Qasim, Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) îro Îniyê li konfransa çapemeniyê got: Rûniştiyên Xezeyê îro careka din dê berê xwe bidin sînoran û bi beşdariya li xwenîşandanê, dê dijmin vexwînin têkoşînê.
Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) destnîşan kir: Gelê Filsitînê xwedana morala têkoşînê ya gellek bilind e û berxwedana xwe bi hemî şêwazan ji bo azadî û serxwebûnê didomîne.
Desteya neteweyî ya lidarxistina xwenîşandana mezin a mafê vegeriyanê û şikandina dorpêçê bi dayîna bangewaziyekê gelê Filsitînê ji bo beşdariya berfireh li xwenîşandana roja Îniyê li navçeyên sînorî yên Zîvala Xezeyê vexwendiye. Xwenîşandana Mafê Vegeriyanê dê bi navê Îniya “Azadî û Jiyanê“ were lidarxistin.
Ev xwenîşabndan li Zîvala Xezeyê ji 30ê Adara bihurî va dest pê bûye û heta niha zêde ji 150 filistînî şehîd bûne û derdora 18 hezar kes jî birîndar bûne.