ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Balyozê Îranê li Bexdayê: Derfirotina cereyan û gaza Îranê bo Iraqê didome

Balyozê Îanê li Bexdayê diyar kir: Derfirotina cereyan û gazê bo Iraq û beşdariya Îranê li xebatên avedankirina welatê hanê li dewra piştî DAIŞ`ê didome.

 Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Îrec Mescidî, piştî hevdîtina bi taximek ji odeya bazirganî ya Iraqê û hejmarek ji bazirganên  vî welatî re got: Îran daxwaza iraqeke bi hêz, bi ewleh û yekperçe û pêşketî dike.

Li gorî gotina  Nebîl El-Enbarî serokê odeya bazirganiyê ya parêgeha  Kerbelayê li hevdîtina taxima bazirganiyê ya Iraqê  bi balyozê Îranê li Bexdayê re, hevkariya şîrketên  îranî bi xwediyên şîketên  iraqî re ji bo destpêkirina projeyên  çêkirina  berheman di hundirê  Iraqêde derwsa kirîna ji Komara Îslamî ya Îranê û alîkariya  wan bo Iraqê jibo ku ev welata  bibe  welatekî berhemhêner  ne ku  bikarhêner, gotûbêj hatkirin.

Serokê odeya bazirganiyê ya parêzgeha  Kerbelayê her wiha got: Her wiha li bara qeyrana  kêmasiya  avê li Iraqê û beşdariya şîrketên  xebitandina sermaya Îranê li bazara Iraqê gotûbêj hatkirin.

Başa dön tuşu