ÎranNûçeRojhilatanavin

Tomarkirina pênc berhemên îranî li Rêxistina cîhanî ya Xwedaniya fikrî

Pênc berhemên stratejîk û yên derfirotinê yên Îranê ji wan Xawiyar, pisteya Damqanê, Piseta Refsencanê, Geca Simnanê û kevirê mermer ê Kurdistanê li Rêxistina cîhanî ya xwedaniya fikrî( WIPO) hatin tomarkirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Mehdî Mîrsalihî, rêveberê xwedaniya pêşeyî ya Wezareta pêşe, maden û ticareta Îranê destnîşan kir: Îran ji wan berhemhênerên  herî baş ê Xawiyarê li cîhanê ye û tomarkirina  cîhanî ya vê berhemê û danîna  koda navneteweyî ser besta wê dibe sedem ku tu welatek nekaribe îstifada xirab ji brenda Îranê bike.

Mîrsalihî bal kişand ser vê yekê ku Îran û Emerîka ji dabînkirên  herî mezin ên  pistê li cîhanê ne û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê salê 114 hezar ton piste bi qasî 970 milyon dularî berhem tîne.

Başa dön tuşu