IraqNûçeRojhilatanavin

Têkbirina çek û rextên DAIŞ`ê li bakura Bexdayê

Çavkanîyên ewlehîyê yên Iraqê ragihandin ku 3 tûnêl û hin çek û rextên têrorîstên DAIŞ`ê di encama opêrasyona paqijkirina şarê Hewîcê ser bi Kerkûkê li bakura Bexdayê de hatin têkbirinê.

Li gorî rapora Kanala Somerye News`ê, Navenda Fermandetîya Polîsên Fêdêral ên Iraqê ragihand: Ew tûnêl û çek û rext piştî wê hatin peydakirin û têkbirinê ku hêzên komandoyên iraqî bi piştgirîya hêza hewayî li gundê Mezîrîyê ser bi şarê Hewîcê bi merema şopandina têrorîstên DAIŞ`ê dest bi lêgerînê kirin.

Navenda Ragihandina Ewlehîyê ya Iraqê jî duh ragihand ku hêzên iraqî 9 tûnêlên DAIŞ`ê li devera Badoşê ser bi parêzgeha Nêynewayê peyda kirin û têk birin.

Çavkanîyên ewlehîyê yên iraqî li parêzgeha Nêynewayê jî ragihandin ku hêzên amerîkî li rojavaya vê parêzgehê dest bi liv û tevgerê kirine û li devera Al Hezerê bi cih bûne.

Başa dön tuşu