Xelkê sivîl ê Yemenê hemam wisa dikevin ber êrişên balefirên cengê yên siûdî
Di dewama cinayetên Rejîma Siûdî ser xelkê bêberevan ê Yemenê li encama êrişa vê sibê ya balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser perava rojava ya vî welatî heft xelkê sivîl ên yemenî hatin kuştin.
Li gorî rapora televîzyona El-Mesîrê, çavkaniyên yemenî raghandin ku diqewime hejmara kuştiyên êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser navça El-Tehtayê li perava rojavayî zêde bibe.
Pêştir karzanên Konseya mafên mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi weşandina raporeke 41 rûpelî li bara 11 êrişên hevalbendiya destdirêjkir a siûdî ser Yemenê, êrişên ser bazarê, dawet û şahiyan, merasimên oxirkirinê û qayiqên masîgirtinê mînakên cinayetên cengê dan zanîn.
Ji aliyê din ve hêzên yemenî duh di dewama pêşdeçûnên xwe li başûrê vî welatî kontrola çiyayê Moqniyê û navendên din ên endamên hevalbendiya destdirêjkir a siûdî li bajarê El-Qebtiyê li parêzgeha Lehecê bi dest xistin.
Li gorî gotina çavkaniyeke yemenî, hêzên artêşa Yemenê û tevgera Ensarullahê tam di kontrola çiyayê Muqniyê û navemdên din ên hevalbendiya siûdî li bajarê El-Qebtiyê bi dest xistin.
Hêzên artêşa Yemenê û Ensarullahê roja Sêşemiyê jî bi operasyonên nişkêvayî û kuştin û birîndarkirina hejmarek ji eskerên siûdî, kontrola du navendên eskerên siûdî li derbasgeha navça El-Tewalê li Cazanê girtin destê xwe.