ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandeyê gişt Sipahê: Êrişa ser meqera têrorîstan li Herêma Kurdistana Iraqê, peyameke watedar heye

Fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî got: Tolhildana vê dawîyê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ji têrorîstên li Herêma Kurdistana Iraqê, peyameke girîng ji bo dijminên Îrana islamî heye.

General Mihemedelî Ceiferî got: Êrişa ser meqera têrorîstan li bakura Iraqê, peyameke watedar ji bo hemî dijminan nemaze ji bo wan zilhêzana heye ku fikir dikin bi şîyan û têknolojîyên xwe dikarin gel û welatê Îranê bitirsînin û armancên xwe yên kirêt û zorbêjîya xwe ser gelê Îranê de bisepînin.

Fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî pêgirî kir: Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî bi saya lêzanîn, birêvebirî û bikaranîna alavên deqîq ên mûşekî û têknolojîya hewayî karî tola xwîna şehîdên mezlûm ên li Merîwanê û şehîdên din ku li parêzgeha Kurdistanê l irojavaya welêt şehîd bibûn, hilîne.

General Mihemedelî Ceiferî herwiha got: Roja îro şîyana Sipaha Pasdaran a bi saya mûşekên curbicur ên bi birra 2 hezar kîlomêtran, şîyaneke bêmînak daye gel û pergala Komara Islamî ya Îranê ku bi palpiştîya vê hêz û şîyanê bikare li hemberî zorbêjên cîhanê bisekine.

Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî jî derbarê opêrasyona mûşekî ya li dijî têrorîstên li Herêma Kuridstana Iraqê de ragihand: Bi dû şerûtîyên di mehên vê dawîyê de yên komên têrorîst ên ser bi zorbêjên cîhanê ku ji Herêma Kuridstana Iraqê ve l idijî deverên sînorî yên Komara Islamî ya Îranê pêk dihatin, Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî roja şemîyê bi 7 mûşekan êrişî kemp û civîna serokên wan têrorîstana kir.

Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî li daxûyanîya xwe pêgirî kir: Heke têrorîst şerûtîyên xwe bidomînin, wê pêrgî bersivên dijwartir û serkutkirtir ên hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê bibin.

Başa dön tuşu