Hejmareke welatî û ciwanên iraqî bi armanca nîşandayîna kûratîya biratîya di navbera Îran û Iraqê de, dest bi ramalîna avahîya berê ya konsulxana Îranê kirin
Hejmarek ciwanên Besrê bi pêngaveke sembolîk û bi armanca nîşandayîna kûratîya biratîya di navbera Îran û Iraqê de, dest bi ramalîna avahîya berê ya konsulxana Îranê ku hatibû şewitandinê kirin.
Hejmareke welatî û ciwanên iraqî li şarê besrê, duh bi bilindkirina alaya Îranê ûwêneyên xîmdarê Komara Islamî ya Îranê û rêberê giranqedir ê inqilabê li cihên curbicur ên avahîya berê ya sunsolxana Îranê li Besrê, hevgirtina xwe digel dewlet û gelê Îranê nîşan dan.
Înîyê şevê hejmarek kesên xapandî û handayî dema xwenîşandana niştecihên Besrê ya bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa xizmetguzarîyê li Iraqê, êrişî konsulxana Îranê li vî şarî kirin û agir berdanê.
Roja sêşemê jî avahîya nû ya konsulxana Komara Islamî ya Îranê li Besrê hat vekirinê.