Artêşa Sûriyê: Êrişa hewayî ser Lazqiyê ji aliyê balefirên cengê yên Îsraîlê ve cih hatiye
Artêşa Sûriyê vê sibê sêşemiyê li daxûayniyekê ragahnd ku êrişa hewayî ser bajarê Lazqiyê li bakurê rojavaya vî welatî, ji aliyê balefirên cengê yên Îsraîlê ve û ji herêma hewayî ya Lubnanê ve cih hatiye.
Li gorî rapora IRNA`yê, artêşa Sûriyê destnîşan kir ku balefirên cengê yên Rejîma Siûdî navendeke pêşeyên berevaniyê û teknolojiyê li Lazqiyê dane ber êrişan.
Li gorî ragahndina artêşa Sûriyê, li encama vê êrişê hin xisar li vê avahya pêşeyî ketiye û her wiha du kes jî şehîd bûne.
Artêşa Sûriyê li vê daxûyaniyê destnîşan kir ku Rejîma Siyonîstî bi van êrişana hewl dide ku rûhiyeta komên teroîstî yên işkestxwarî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê piştî sertketinên artêşa Sûriyê li dijî terorîstan li bereyên şêr jorde bibe.
Artêşa Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku ev êriş nîşana piştgiriya rasterast a Îsraîlê ji komên terorîstî li Sûriyê ye û destnîşan kir ku êrişên Rejîma Siyonîstî dê viyana artêşa Sûriyê bo têkbirina terorîzmê sist neke.
Rejîma Siyonîstî şemiya buhurî jî balefirgeha navneteweyî ya Şamê da ber êrişên mûşekî. Sîstema berevaniya hewayî hejmarek ji van mûşekana radû kirin û têk birin.
Îsraîlê heta niha bi caran bona piştgiriya ji terorîstan, meqerên artêşê û binavahiyên Sûriyê daye ber êrişan.
Hin êrişên Îsraîlê ser Sûriyê ji herêma hewayî ya Lubnanê cih hatiye. Rejîma Siyonîst tim t herêma hewayî, bejahî û deryayî ya Lubnanê binpê dike.
Artêşa Rejîma Siyonîstî, 4 Îlonê li raporekê ragahnd ku li 18 mehên buhurî zêde ji 200 cih li Sûriyê dane ber êrişan.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.
Artêşa Sûriyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî girêde.
Komên din ên terorîstî jî li halê işkestxwarinê ne.
Îsraîl pir dilgianê işksta terorstan li Sûriyê ye.