ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên yemenî çeperên leşkerên siûdî li Esîrê dan ber rokêtan

Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê şeva buhurî cihê kombûna leşkerên siûdî li nêzîkî derbasgeha Eleb li parêzgeha Esîrê li başûra Erebistanê dan ber rokêtan.

Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihandin ku bi 3 mûşekên ji cûra Zêlzal-1`ê êrişî cihê kombûna eskerên siûdî li parêzgeha Esîrê kirine.

Di daxûyanîya Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê de hatîye ku di encama vê êrişê de, bi dehan kirêgirtîyên siûdî hatine kuştinê.

Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê pêşnşemê jî bi mûşekeke Zêlzal-1`ê êrişî çeperên leşekrên siûdî li Cebel Dewdê li Cîzanê li başûra Erebistanê kiribûn.

Başa dön tuşu