ÎranNûçeRojhilatanavin

Felahetpîşe: Heke fîdakariyên Îranê nebûna, dê DAIŞ bigihîşta sînorên Ewropayê

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Heke fedakarî û Berxwedana Îranê li hemberî têrorîsmê li Sûriye û Iraqê nebûya, îro dê DAIŞ bigihîşta sînorên Ewropayê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Hişmetullah Felahetpîşe roja Duşemiyê li civîna hevpar a Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê digel 26 ke sji balyozên welatên ewropî li Têhranê got: Îran welatekî hevrê û hevdeng li navçeyê ye.

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî gotina vê yekê ku Îran û welatên Yekîtiya Ewropayê di rewşeka hstiyar da ne, got: Du alî divê hevkariya xwe roj bi rojê berfireh bikin.

Amerîkayê bi derketina ji Lihevkirina Atomî di roja 8ê Gulana 2018an da careka din boykotên xwe yên dijî Îranê sepandine û gef xwariye ku her welatê ku nifta Îranê bikirre, dê were boykotkirin.

Amerîkayê heta roja 4ê Mijdara 2018an dem ji bo bikirrên nifta Îranê diyar kiriye ku asta kirrîna niftê ji Îranê bigihînin sifir.

Gellek ji welatên cîhanê ji wan Çîn, Rûsiye û Tirkiyê tevî dijayetiya bi biryara Amerîkayê ra ragihandine û ku ewê xwestekên Waşîngtonê cih neynin.

Yekîtiya Ewropayê vê dawiyê rêkareka nû ya malî ji bo girtina pêşiya bandorên boykotên Amerîkayê lis er kompaniyên ku dixwazin pêwendiya xwe ya ticarî bi Îranê ra bidomînin, raber kiriye.

Başa dön tuşu