Sîyonîstan êrişî filistînîyan kirin, 93 kes birîndar bûn
Leşkerên Rêjîma Sîyonîst di encama êrişa ser qayiqên filistînîyan li perravên bakura Zîvala Gezzê de, herîkêm 93 kes birîndar kirin.
Leşkerên Rêjîma Sîyonîst bi qayiqên cengê êrişî dehemîn “xwenîşandana deryayî“ ya gelê Gezzê ku bi armanca şikandina dorpêçkirina vê Zîvalê ji hêla deryayî ve destpê bibû kirin.
Hejmarek qayiqên filistînî ji bendera Gezzê ber bi perravên Zikîmê li bakura rojavaya Beyt Lahyayê ketin rê ku li perravên bakura Gezzê ketin ber êrişa qayiqên leşkerî yên Rêjîma Sîyonîst.
Pişkdarên vê nerazîbûnê xwestin ku dorpêça ser Zîvala Gezzê ku eva 12 sal in didome bişkênin.
Gelê Zîvala Gezzê ji 30`yê Adarê ve destpê xwenîşandanên Mafê Vegerê kirine û dixwazin ku dorpêça ser vê Zîvalê bê rakirinê û Rêjîma Sîyonîst dagirkerîyê bi dawî bike.
Di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşandanên biaştî yên gelê Zîvala Gezzê de heta niha zêde ji 190 filistînî şehîd û nêzî 20 hezar kes jî birîndar bûne.