Dengê berwext ê Dîwana navneteweyî ya dadweriyê, pênagava yekim a serketina Îranê li çarçova huqûqî hemberî Emerîkayê ye
Dîwana navneteweyî ya dadweriyê, tevî piştrastkirina hêjatiya xwe bona hilkolandina şikata Îranê ji Emerîkayê, Waşengtin erkdar kir ku bila sînor û berbendên li dij mirovhezî û hewageriya Îranê heya dema dayîna dengê dawiyê ji holê rake.
Li gorî rapora Fars News`ê, Dîwana navneteweyî ya dadweriyê roja çarşemê bona raghandina dengê xwe yê berwext li bara daxwaziyên Îranê têkildarî peymana hevaltiyê bi Emerîkayê re civîn li dar xist.
Ebdulqewî Yûsif, serokê Dîwana navneteweyî ya dadweriyê tevî venêhrîna pêvajoya bidestxistina hevhatina navokî ya Îranê û pişt re derketina Emerîkayê ji vê hevhatinê ser fermana Donald Trump serokomarê vî welatî û vegerandina boykotên yekalî dijî Îranê got: Li gorî peymana hevaltiyê ya 1955` an navbera Îran û Emerîkayê ger her du welat pirsgirêka wan bi hev re hebe û ev pisgirêka ji riya dîplomatîk neyê çareserkirin dikarin herin Dîwana navneteweyî ya dadweriyê û li warê hevhatina navokî her du şert hene, loma dîwan ser vê bawerê ye ku hêjatiya hilkolandina vê dosiyê heye.
Yûsif destîşan kir: Biryara Emerîkayê ya dereketina ji hevhatina navokî ya Îranê û dubare cihanîna pişkek ji berbend û boykotan ji wan îbtalkirina îzna derkirîna ji Îranê û danûstandinên aborî bi vî welatî re dikare wek bisînorkirina mafên Îranê li peymana hevaltiyê were hesabê.
Yûsif îstidlala Îranê qebûl kir û raghand ku boykotên Emerîka li dijî Îranê dikare xisarên giran hebe û divê bi awayekî demkî hin pêngav bên rakin.
Yûsf gotinên devkî yên nûnerên Emerîka li bara vê yekê ku Waşengton hewl dide boykot bandorên neyînî yên însanî ser Îranê tinebin, got ku eva têrê nake.
Piştî derketina Emerîkayê ji rêketina navokî û vegerandina boykotên navokî yên vî welatî li dijî Îranê,Têhranê li dîwana navneteweyî ya dadweriyê li dijî Emerîkayê doz vekir.