IraqNûçeRojhilatanavin

Heşda Şeibî: El-Bexdadî bi awayekî tesadufî ji mûşekên Îranê filitî

Yek ji fermandên Heşda Şeibî ya Iraqê ragihand: Ebûbekr Bexdadî serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li encama mûşekbarana vê dawiyê ya meqerên terorîstî li rojhilata Firatê ji aliyê Komara Îslamî a Îranê tam îtifaqî filitî.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Cebar El-Memûrî ji fermandeyên  Heşda Şebî ya Iraqê li gotûbêja bi Bexda El-Yewmê re got: Mûşekên balistîk ên pêşketî yên Îranê civîna  pir giring  a terorîstên DAIŞ`ê li halekê dan ber êrişan ku Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê li halê çûyîna bo vê civînê bû.

Vî fermanê Heşda Şebî bal kişand  ser vê yekê ku êrişa mûşekî ya Îranê  bû sedema kuştina  sê serkirdeyên  sereke û hinek ji rayedarên  xwecî yên Koma terorîstî ya DAIŞ`ê û got: Elî El-Meşhedanî kesê ku li encama  vê êrişa mûşekî hatiye kuştin, alîkarê El-Bexdadî û cîgirê wî bo serkirdetiya vê komê bûye.

Li pey cinayeta terorîstî ya 22ê Îlonê li Ehwazê ku di encamê da 25 kes ji gelê mezlûm û bêberevan ê Îranê şehîd û 69 kes jî birîndar bûn,  berbanga  roja duşemiyê cihê mayîn û kombûna terorîstên tekfîrî yên bin sîvana piştgirya Amerîka û hin rêjîmên navçeyê li rojhilata Çemê Firatê ya Sûriyê da ber êrîşên mûşekî.

Başa dön tuşu