ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Siûdiyê: Cebhet El Nusrayê rêkeftina Idlibê asteng dike

Balyozê Siûdiyê li Urdinê Xalid Bin Fêsel Bin Tirkî ragehand ku, hebûna Cebhet El Nusrayê li parêzgeha Idlibê cîbecî kirina rêkeftina Rûsya- Tirkiyê derbarê avakirina navçeyeke bêçek asteng dike.

Balyozê Siûdiyê li Urdinê Xalid Bin Fêsel Bin Tirkî ji ajansa RT re ragehand ku, niha li Idlibê Cebhet El Nusrayê heye, hebûna wan rêkeftina Rûsya- Tirkiyê asteng dike, em bihêvîne ew rêkeftin jiyana welatiyan biparêze.

Balyozê Siûdiyê da zanîn ku, welatê wî berî niha dilgiraniya xwe ji hebûna Cebhet El Nusrayê re nîşandaye û tekez kiriye ku, ew rêxistin piştgiriya xwe ji Qeterê tîne.

Herwiha Balyozê Siûdiyê li Urdinê Xalid Bin Fêsel Bin Tirkî tekez kir ku, ew ne ligel operasyoneke leşkerî de ye  li dijî wê parêzgehê.

Başa dön tuşu