IraqNûçeRojhilatanavin
Berhem Salih: Kurdên Feylî pêkhateke asîl yê Iraq ê ne
Duh nîvro 21-10-2018`an, li Kela Aştî yê Bexdad ê Serokkomar ê Iraq ê D.Berhem Salih pêşwazî li Şandeke ji Kurdên Feylî kir, û tekez kir ku ew weke pêkhateke asîl yê Iraqê ne,û destnîşan li ser rola Feyliyan di dîroka Iraq ê de jî kir.
Di axaftina xwe de Berhem Salih behsa zilm û zordariya ku Kurdên Feylî li ser dest ê Rêjîma Dîktetor kir,aşkire jî kir ku divê hewceyên malbetên şehîdan bên tezmînkirin.
Berhem got divê ku Feylî di saziyên Dewletê de beşdar û çalek bin. ji aliyeke din ve jî Şandeyê kêfxweşiyê xwe ji helwesta serokkomar ê re nîşandan û jê re tekez kirin ku ewê di avakirina pêşeroj ê Iraq ê de beşdar bin.