ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Amolî- Larîcanî: Cîhana Îslamê rastî terorîzma dewletî ya Erebistana Siûdî hatiye

Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku cîhana Îslamê ew çend sal in rastî terorîzma dewletî ya Erebistana siûdî hatiye û destnîşan kir: Hikimdarên siûdî bi diravên niftê gelek bela û karesat anîn serê gelê Efxansitan, Pakistan, Iraq, Sûriye, Lubnan û hin welatên efrîqî.

Ayetullah Sadiq Amolî- Larîcanî, îro li civîna berpirsên pilebilind ên  dadweriyê got: Kiryarên roja îro yên Erebistana Siûdî nîşana  berfirehbûna  mektebên sexte û bîr û hirzên mîna selefî, tekfîrî û wehabî ne ku şopên kavilkir li cîhana Îslamê hebûne.

Wî bal kişand  ser kuştin, teror û cinayetên Erebistanê û got: Esasa karê siûdiyan berfirehkirina  terorîzmê li cîhanê bûye ku ji wan piştgiriya îdolojîk,aborî û çek û sîlehî ji komên terorîst ên mîna  El-Qaidê û DAIŞ`ê ye.

Amaolî- Larîcanî her wiha  bal kişand  ser cinayetên Erebistanê li dijî gelê bêguneh ê Yemenê û destnîşan kir: Kuştina xelkê sivîl û êrişa ser navendên dermankirinê ji wan mînakên cinayetên cengê ne ku Erebistanê li Yemenê kirine lê, cîhana rojava bi pîvanên durû ên mafên mirovan li hember van cinayetana bêdeng maye.

Serokê Teşkîlata  dadweriyê ya Îranê kuştina Cemal Xaşuqçî, rojnamevanê rexnegirê siûdî sedema eşkerebûna  mahiyeta terorîstperwer a Erebistanê da zanîn û destnîşan kir: Îdiaya  biserêxwebûna   kuştina Xaşuqçî bona  bê sûç nîşandayîna  hikûmeta fasid a  Siûdî ye.

Rejîma  Siûdî roja şemiyê serê axir piştî 18 rojan mirina  Cemal Xaşuqçî li nav konsûlxana  Erebistanê li Stembola Tirkiyê piştrast kir lê îdia kir ku ew ji ber pevçûna bi kesekî re hatiye kuştin.

Başa dön tuşu