Alîkarû siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê Ebas Iraqçî ji hewldanên Ewropayê bona parastina Peymana Navokî pêşewazî kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku hewldanên Ewropayê ji bo parastina Peymana Navokî divê encamên pratîk hebe .
Alîkarû siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê Ebas Iraqçî duh li hevdîtina serokê Koma Hevaltiya Navbera Îran û Fransayê Philippe Bonnecarrère (Fîlîp Bonkarêr) li meclisa Senaya Fransê û serokê Koma Hevaltiya Navbera Îran û Fransayê li Civaka Neteweyî ya vî welatî Delphine O (Dulfîn O) li Tehranê de got: Îran viyana Fransayê ji bo rawestana li ber yekalîxwazî û qanûnên amerîkî yên derveyî vî welatî bi qedr û qîmet dizane.
Îraqçî got: Amerîka bi kiryarên xwe yên yekalîxwazî û qanûnî li warê derketina ji Peymana Navokî hem biryarnama Konseya Ewlekariyê ya NY xistiye bin lingên xwe, hem welatên din neçar dike û ji wan dixwaze ku vê kiryara neqanûnî cih bînin.
Alîkarû siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê herwiha siyasetên Îranê li navçeyê di çarçova parastina îstiqrar û ewlekariya navçê de da zanîn û got: Îranê bi cidî li hemberî koma terorîst a DAIŞê ku ewlehiya gişt navçê û cîhanê xistibû ber talukeyê şer kir û li vî halî de li hemberî parçebûna welatên navçê û guhertina sînorên navçê bi cidî disekine.
Philippe Bonnecarrère û Delphine O jî li vê hevdîtinê li ser piştgiriya Fransayê ji Peymana Navokî sekinî û got: Peydakirina mekanîsmekê ji bo danûstandinên bankî û îstifadeya Îranê ji berjiwendiyên Peymana Navokî kareke sereke û pêwîst e û Fransa bi cidî vê yekê dişopîne.
Serokên Komên Hevaltiya Navbera Îran û Fransayê li meclisa Senayê û Civaka Neteweyî ya vî welatî herwiha qedrzaniya xebatên Îranê li şerê li dij DAIŞê kir.