NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina De Mistura bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re

Wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevdîtina bi nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura li bara hewldanên jibo pêşdebirina pêvajoya siaysî ya pêwîst li Sûriyê û planên têkildarî vê pêvajoyê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora SANA Newsê, Welîd Muelim roja çarşemiyê li hevdîtina bi Staffan de Mistura re got: Kiryara  komîta amadekirina qanûna bingehîn divê li gor qanûnên navneteweyî û biryarnameyên Konseya Ewlehiyê û pêwîstiya parastina hurmeta hakimiyeta Sûriyê û serxwebûn û yekperçetiya erdê û gelanî ya Sûriyê be.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê destnîşan kir: Tenê gelê Sûriyê dikarin  li bara pêşeroj û çarenivîsa welatê xwe ku li gor  parastina hakimiyeta neteweyî û yekperçetiya erdê Sûriyê ye, biryarê bidin.

Welîd Muelim her wiha got: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî divê welatên alîgirê terorîzmê erkdarê parastina biryarnamên  Konseya ewlehiyê bike.

De Mistura jî li vê hevdîtinê tevî raberkirina raporekê li bara  kiryarên  xwe li bara  Sûriyê got: Li salên buhurî ji bo çareserkirina qeryaran Sûriyê çi ji destê min hat min kiriye.

Başa dön tuşu