LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye
Komeke din ji awareyên sûrî li Lubnanê vegeryan welatê xwe
Li gorî rapora Sana News`ê, 250 awareyên sûrî li Lubnanê, ji riya derbasgeha sînorî ya El-Debûsiyê derbasî nava Sûriyê bûn.
Roja çarşemiyê jî zêde ji 55 malbat ku li navçeyên bin kontrola terorîstan li Idliba Sûriyê de bûn, derbasî navçên di bin kontrola artêşa Sûriyê bûn. Kesên hanê piştî derketina ji navçên dagirbûyî yên terorîstan hatin guhestin bo gundên xwe li Hemah û Helebê.
Piştî azadbûna pişkeke mezin ji axa Sûriyê û serdestiya dewletê ser piraniya parêzgehan, pêvajoya vegeryana awareyên sûrî destpê bûye. Amarên nefermî nîşan didin ku zêde ji 7 milyon awareyên sûrî li 45 welatan de niştecih bûne.