AsyaCîhanEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê giheşte Tirkîyê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê ji bo pişkdarîya di 18`mîn civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê D-8`ê gihîşte Antaliyaya Tirkîyê.

18`mîn civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê D-8`ê îro wê bi pişkdarîya Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê li Antaliyaya Tirkîyê bê lidarxistin.

Duh jî 41`mîn civîna Komsyona Pisporî ya welatên endamê D-8`ê li Antaliyayê hat lidarxistinê û pisporên pişkdar biryar û daxûyanîyên civîna îro amade kirin.

Civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê D-8`ê civîneke durojî ye.

Koma D-8`ê ji 8 welatên islamî yên di halê pêşketinê de bi merema pêkanîna peywendîyên qahîm ên aborî li bazarên cîhanî pêk hatîye. Îran, Indonezî, Bengiladeş, Pakistan, Tirkîye, Malêzî, Misr û Nîcerîye endamên Koma D-8`ê ne.

Başa dön tuşu