Zerîf: Emerîka nikare Rêketinama Atomî lawaz bike
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro bal kişand ser vê yekê ku Rêketinama Atomî hevhatina herî baş bû û got: Muzakire amûrek bona hevfehmkirin û hevsengiyê ye ku bikaribe berjewendiyan biparêze û îro rojê Rêketinama Atomî ewqas ser qezanca gelê Îranê bûye ku Emerîka bi rezîlî jê veqetiyaye.
Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Rêketina Rêketinama Atomî pir xurt e wisa ku hemî cîhan dizane û her tim berjewendiyên Îranê diparêzin.
Zerîf got: Rêketinama Atomî li gor bawera xelkê cîhanê serketina dîplomasiya Îranê û tevî hemî bêsozî û quldiriyên Emerîkayê bûye milaka işkesta vî welatî li cîhanê.
Zerîf bal kişand ser reftarên vê dawiyê yên Emerîkayê û got: Emerîka neçar bû ji îdiaya xwe bona sifirkirina firotina nifta Îranê vekişe.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îro rojek e ku nirxa dular dadikeve. Emerîkî bi zêderewî li bikaranîna dular pêvajoyek destpê kirin ku serê axir dê ser zirara wan be.