Avêtina mûşeka Zelzalê 1 a Yemenê ser meqerên eskerên siûdî li Cîzanê
Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva êrişên balefirên cengê yên siûdî ser vî welatî mûşekeke Zelzalê 1 ber bi meqerên eskerên siûdî li Cîzanê avêt.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, ev mûşeka artêşa Yemenê li meqera hêzên hevalbendiya siûdî li rojhilata çiyayê El-Narê li nêzîkî Cîzanê li başûrê Erebistanê ketiye.
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî hebûna boykotan û dorpêçkirina giştalî ya welatê wan ji aliyê Rejîma Siûdî li halê berfirehkirina şiyanên xwe yên li warê berevaniya mûşekî ne û vê dawiyê jî mûşeka pêşketî ya Bedrê 1-p nimandin.
Çavkaniyeke eskerî jî li bara kontrola hêzên artêşê û komîteyê gelanî yên Yemenê ser hejmarek ji girikan li rojhilata çiyayê Elnarê li Cîzanê agahî da.
Ji aliyê din ve, balefirên cengê yên siûdî malek li navça Cebîlê li bajarê El-Tehtiyayê li parêzgeha Hudeydê bombebaran kirin ku li encama wê 6 kes ji endamên malbatekê hatin kuştin.