Seyid Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya Iraqê
Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê Seyid Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya vî welatî.
Malpera nûçeyan ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê duh êvarê diyar kir ku Seyid Emar Hekîm bû serokê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ya vî welatî, lê belê ser vê meselê ti hûrgiliyek neweşand.
Piştî hilbijartinên parlemanê li Iraqê Hevpeymaniya Reform û ji nû ve Avakirinê ji sê hevalbendiyên wek Sairûn bi serokatiya Seyyid Muqteda Sedir, Hevalbendiya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî û Tevgera Hikmetê bi serokatiya Seyid Emar Hekîm pêk hat.
Li hemberî vê yekê Hevpeymaniya Avakirinê ji du hevalbendiyên wek Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û Hevalbendiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî pêk hat.
Hevpeymaniyên hanê ji ber hebûna dijberiyên zav li ber serokwezîriya dubara ya Heyder Ebadî, li ser serokwezîriya Hadî Ebdulmehdî li hev kirin.