Kirmanşan careka dî hejîya
erdevkê Sazîya Ûrjansa Komara Islamî ya Îranê vê sibê ragihand ku erdhejeke bi giranîya 6.4 rîştêrî parêzgeha Kirmanşanê hejand ku di encamê da 553 kes birîndar bûn.
Erdhejeke bi giranîya 6.4 rîştêrî siet 7:20`ê şeva buhurî Serpol Zehab li parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê hejand.
Berdevkê Sazîya Ûrjansa Komara Islamî ya Îranê, Micteba Xalidî vê sibê ragihand ku erdhejeke bi giranîya 6.4 rîştêrî parêzgeha Kirmanşanê hejand ku di encamê da 553 kes birîndar bûn.
Xelkên deverên rojava û bakura rojavaya welêt û hin deverên Iraqê jî li vê erdhejê hesîyan.
Berpirsên idarî û leşkerî yên welêt ji bo hilkolandina rewşê û palankarîyê niha li deverên erdhejlêketî ne.
Herwiha 18 ekîbên Hîva Sor a Komara Islamî ya Îranê li deverên erdhejlêketî bi cih bûne.
Bicihkirina awarte ya gelê erdhejlêketî destpê bûye û hawargiheştin û alîkarî bi imkanên Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî, Artêş û Besîcê bo mexdûran didome.
Di 12`ê Mijdara sala 2017`ê da jî erdhejeke bi giranîya 7.3 rîştêrî deverên rojavaya Îranê û hin deverên rojhilata Iraqê hejandin.
Di encama wê erdhejê da 620 welatîyan canê xwe ji dest dan û 12 hezar kes jî birîndar bûn.