Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê: Para kurdan ji bûdca Iraqê hatiye zêdekirin
Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê raghand ku piştî guherînên li pêşnumaya bûdca 2019` an a Iraqê, para kurdan ji wê bûcê hatiye zêdekirin.
Ehmed Hacî Reşîd li gotûbêja bi malpera nûçan a Xendanê re ragahnd ku komîta taybet a desteya wezîran a Iraqî hela hê guherîn û venihêrînên li pêşnumaya bûdca 2019`an a vî welatî tam kuta nekirine lê hin guherîn li vê pêşnumayê hatine kirin û para kurdan jî zêde bûye.
Parlimanterê Komela Îslamî ya Kurdisrtanê her wiha got ku hîn asta guherîna li para bûdca Herêma Kurdistanê ji bûdca 2019` an a Iraqê kivş nîne lê eşkere ye ku ev para guheriye û hatiye zêdekirin.
Wî texmîn kir ku gotûbêjên dawiyê li bara bûdca 2019`an vê hefttiyê dê bên kirin û bûdca serastbûyî bona hilkolandin û pejirandinê raberî parlemana Iraqê bibe ji ber ku li gor gotina wî paşdexistina zêdetir ji vîya bo pejirandina bûdcê neqanûnî ye.