Komek ji xwendekarên zanîngeha Têhranê bona protestokirina rewşa mafên mirovan li Fransayê li ber balyzoxana vî welatî kom bûn
Komek ji xwendekarên zanîngeha Têhranê bona protestokirina rewşa mafên mirovan li Frnasyê li ber balyzoxana vî welatî kom bûn.
Li gorî rapora Fars News`ê, Armanca lidarxistina vê kombûnê, protestopkirina rewşa mafên mirovan li Fransayê û sekinîna dewleta vî welatî li hember xelkê hatiye zanîn.
Xwendekarên îranî bi rakirina hin plakardan nerazîbûna xwe li hember şîdeta dewleta Fransayê li hember neraziyan nîşan dan.
Pêla nerazîbûnan li hember kiryar û reformên aborî yên dewleta Êmanolel Mekron bi navê tevgera li dijî sermayedariyê ya “Êlegzeran” ji sê heftiyan berî niha ve li Fransayê destpê bûye.
Ev nerazîbûn bona dijberiya li hember bernama dewleta Fransayê bona wergirtina sermaleke zêdetir bo ardûyê pêk hatiye.
Gelê Fransayê bi caran tevî lidarxistina xwenîşandanê bi polîsê vî welatî ketin pevçûnê bi curekê ku heya niha bi sedan kes birîndar bûne.