CîhanEwropaNûçe

Li Fransayê di xwepêşandanan de 118 sivîl û 17 polîs birîndar bûne

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner di civîneke çapemeniyê de amarên xwepêşandanên şeva derbasbûyê li seranserê Fransayê eşkere kirin.

Christophe Castaner ragihand ku li seranserê Fransayê 125 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne. 118 sivîl û 17 polîs birîndar in.

Castaner dibêje, hefteya borî 284 polîs di xwepêşandanan de birîndar bûne û birîna hinekan ji wan giran e.

Christophe Castaner daxwaza diyalogê ji nûnerên xwepêşanderan dike û herwiha ji wan dixwaze bi awayekî aştiyane xwepêşandanan bikin û xwe ji wan kesan dûr bixin ku bo talankirina dikanan li nav bajaran belav bûne.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner got: “Di çarçoveya xwepêşandana êlek zeran de, li gor agahiyên me li seranserê Fransayê 125 hezar xwepêşander rijiyane ser cadeyan, 10 hezar li Parîsê bûne. 118 kes ji xwepêşanderan piranî bi bûyerên ser rêyan birîndar bûne. 17 polîs û hêzên ewlekariyê birîndar in. Ez dixwazim wê yekê jî bibêjim ku hefteya borî 201 kes sivîl birîndar hebûn. Lê 284 polîs jî birîndar bûn û hinek ji wan bi giranî birîndar bûne.”

Destpêka vê hefteyê bo çarem Şemî li ser hev xwepêşandan li Fransayê tên kirin û xwepêşander daxwaza hilweşandina biryara zêdekirina bacê û nirxê sotemeniyê dikin.

Başa dön tuşu