Beşar Ceferî: Alîkariya mirovheziyê bûye wek mehna zext û zora ser Şamê
Nûnerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî armanca civînên vê rêxistinê li bara alîkariyên mirovheziyê, zexta ser dewleta Sûriyê dan zanîn.
Li gorî rapora roja îniyê ya kanala El-Exbariyê, Beşar El-Ceferî got ku her carê ku qirar bûye kiryarên qaşo mirovheziyê zêde bibin ev çîroka hebûye ku bi zêdebûna vê opersyonê ji riya sînoran, hakimiyeta Sûriyê were binpêkirin û mijara giring hema eva ye.
Nûnerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha diyar kir: Yek ji paradoksên giring eva bû ku bi taybet nûnerên Emerîka, Brîtanya û Fransayê bi awayekî balkêş û bêmînak beşeke ji dûhatên biryarnama 2165`an, yanê pişka têkildarî berfirehkirina operasyona qaşo mirovhzeiyê ji riya sînoran dixin rojevê.
El-Ceferî her wiha got eva li halekê ye ku operasyona qaşo alîkariyên mirovheziyê ji riya sînoran tenê kêmtir ji sedî 5`ê alîkariyan digre ber xwe û sedî 95`ê alîkariyên mirovheziyê, dewleta Sûriyê raberî gelê welatê xwe dike.
Beşar Ceferî destnîşan kir ku bêguman li vê meselê bikaranîna sînoran bo qaçaxa çek û sîlehan bo terorîstan dewsa alîkariyên mirovhziyê bo gelê Sûriyê, nayê berçavgirtin.