Qeterê ji ber boykotên yekalî yên Amerîkayê yên dijî Îranê rexne kir
Wezîrê Karên Derve yê Qeterê ji ber boykotên yekalî yên Amerîkayê yên dijî Komara Islamî ya Îranê rexne kir.
Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Evdilrehman Alê Sanî li hevpeyvîna digel Kanala CNBC ya Amerîkayê bal kişand ser boykotên yekalî yên Waşîngtonê yên li dijî Îranê û got ku boykotkirin ne rêçareya pirsgirêkan e.
Wî ji Amerîkayê xwest ku bizvire masa muzakirê û rêçareya dîplomatîk raber bike ji ber ku herêm nikare gêreyeke din tamul bike.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di 8`ê Gulanê da vekişîna yekalî û neqanûnî ya welatê xwe ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê û sepandina dubare ya boykotên navokî ser Îranê da ragihand.
Dewra yekem a boykotên Amerîkayê dijî Îranê ji 7`ê Tebaxê va û dewra duyem jî ji 5`ê Mijdarê va destpê bûye.