Rêxistina DAÎŞê terorîst li Iraqê 700 girtî kuştin
Hat ragihandin ku li navçeyeke nêzîk ji sînor ê Êraqê Rêxistina DAÎŞê terorîst 700 girtî kuştin.
Rewengeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku ji gelek jêderên Ewlekariyê û nûştecihan tekez kiriye ku DAÎŞê 700 girtiyên ku bi sucên cude girtibûn bikomî li nav navend û girtîgehên xwe li aliyên Firatê kuştin, destnîşan jî hat kirin ku Rêxistinê nêzîka 400 girtî jî di çema Furatê re ligel xwe derbas kirin û hejmarek jî serbest berdan .
Niha rewşa xwediyên girtiyan gelek zehmetir bûye ji ber ku ew nizanin çarenivîsa girtiyên wan çiye, eger hatine kuştin û yan jî bi cihên ne diyar ve hatine berdan û yan jî heta niha girtîne? û bi ser vê giştî de jêderan tekez kirin ku DAÎŞê hewldide ku laşeyên kuştiya di gorên bi komî de li navçeyên ku di bin destên wan de mane veşêrin.