Wezîrê karên dreve yê Belcîkayê daxawaza rawestandina firotina çek û sîlehan bo siûdiyan ji welatên ewrûpî kir.
Li gorî rapora kanal nûçan a El-Cezîrê, Dîdyê Rînderz wezîrê karên derve yê Belcîkayê bal kişand ser civîna parlemana vî welatî û got ku ji welatên ewrûpî dixweze ku bila firotina çek û sîlehan bo Erebistana siûdî rawestînin.
Parlemana Belcîkayê, çarşemiyê şevê mesela derfirotina çek û sîlehan bo Erebistanê hilkoland da ku hemî nûnerên Belcîkayê li bara vê meselê li hev bikin.
Dewleta Almanyayê jî pêştir raghandiye ku derfirotina çekan bo Erebistanê radiwestîne.
Parlemana Ewrûpayê jî dawiya cotmeha 2018an ji welatên ewrûpî xwest ku bila dev ji firotina çekan bo Erebistanê berde.