Ji ber pirsgirêkên aborî yên Erebistanê, milyonek karkirên biyanî terka vî welatî dan
Li gorî rapora IRIB News`ê û ji zarê kovara inglîz ya Êconomîstê ji ber pirsgirêkên aborî yên şîrketên erebistanî, sepandina sermala zêde û lawaziya li dayîna destheqê karkiran, nêzîkî milyonek karkirên biyanî terka Erebistanê kirine.
Li gorî raghandina Rêxistina Sîgorta civakî ya Erebistanê, nirxa bêkariyê 12.08 a li vî welatî bû sedem ku rayedarên siûdî şuxilandina hêza karê navxweyî bixin rojeva xwe.
8 milyon karkirên biyanî li Erebistanê mijûlî xebatê ne. Dewleta Erebistanê ji destpêka sala 2018`an va ji her karkirekî biyanî 80 heya 106 dular li mehê sermalê distîne.
Lêkolerên aborî, derketina karkirên biyanî ji Erebistanê ji ber siyasetên riyazeta aborî yên Riyazê û zêdekirina xercên mayîna li vî welatî dane zanîn.
Erebistan xêncî xercên giran ên şazadeyên siûdî, dayîna miaşa terorîstên kirêgirtî li Sûriyê û Iraqê ji Adara 2015`an heya niha bi xerceke eskerî ya pir zêde giştalî Yemen da ber êrişan ku vê yekê xercên giran bo welatê hanê hebûye.