ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Boykot derfeteke ji bo berfire û zêdebûna hevkariyên Îran û Tirkiyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Îran û Tirkiye dikarin bi rêveberiya beraqil û rast boykotên zalimane ên Waşîngtonê li dijî Tehranê ji xwe re bikin derfeta zêde û berfirekirina pêwendî û hevkariyên aborî navbera du welatan.

Li gor rapora IRNAyê, Ruhanî duh êvarê li nav civîna ticar û çalakên warê aborî yên Îran û Tirkiyê li Enqerê desnîşan kir ku Îran amade ye enerjiya Tirkiyê ji bo demdirêj dabîn bike û li dewamê de cardin boykotên Amerîkayê li dij Îranê zalimane dan zanîn û got: Ji bilî qayide û qirarên Navneteweyî û berjiwendiyên netewan divê ti qawetek bandorê li pêwendiyên aborî yên Îran û Tirkiyê nekin.

Ruhanî got: Rewşa boykotên zalimane yên Amerîkayê li dij Îranê dikarin rewşeke hêja û bi qimet ji bo girêdayîbûna abora du welatên Îran û Tirkiyê pêk bîne û bi awayekî ku ti gef û kiryarek nekaribê ziyanê bigihîne wê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Îran û Tirkiyê biryara cidî dane ku îstiqrar û ewlehiya navçê vegerînin û got: Tehran û Enqere bi hevkariya hevdu ji welatên biyan û qawetên biyanî re dibêjin ku hûn nikarin ji bo ewlehiya navçê biryarê bidin.

Başa dön tuşu