Balefirên şêrê Iraqê cihê lidarxistina civîna rayedarên DAIŞ`ê li axa Sûriyê da ber bomban
Balefirên cengê yên F-16 yên iraqî cihê lidarxistina civîna 30 kes ji rayedarên DAIŞ`ê li axa Sûriyê bombebaran kirin û têk birin.
Li gorî rapora IRNA`yê, fermandê operasyona hevpar a Iraqê, roja duşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku avahiyeke veşartgeha DAIŞê li navça Sosê ya Sûriyê li halekê ket ber bombeyan û hat têkbirin ku 30 kes ji serkirdên DAIŞ`ê têde civînek li dar xistibûn.
Ev operasyon bi armanca kokbirrkirina terorîstan û çavkaniyên terorîzmê bûye ku ser fermana fermandê giştî yê hêzên çekdar û li gor raporên îstixbaratî cih hatiye.
Çavkaniyên dewletî roja yekşemiyê raghandin ku Beşar Esed serokkomarê Sûriyê îzn û desthilast daye hêzên iraqî ku bêyî hewahengiya bi Şamê re biakribin êrişî ser meqrên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê bikin.