Parlementêrê Iraqê: 1000 endamên DAIŞ`ê li baregehên Emerîkayê yên li Iraqê ne
Parlimanterekî serbixwe yê parlemana Iraqê li bara beşdariya zêde ji hezar terorîstên DAIŞ`ê li baregehên Emerîkayê li Iraqê agahî da.
Li gorî rapora malpera nûçana El-Melûmê ya Iraqê, Kazim El-Seyadî parlimanterê serbixwe yê parlemana Iraqê sefera nişkêveyî û dervey ref û edetê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo baregeha Eyd Esedê li parzêgeha Enbarê li rojava Iraqê neexlaqî da zanîn û got: 30 hezar eskerên emerîkî bi piştgiriya terorîsan derbasî nava Iraqê bûne.
Wî parlimanterê iraqî bal kişand ser kutabûna hevhatina stratejîk a îmzebûyî navbera Bexda û Waşengtonê li bara eskerên emerîkî û ser pêwîstiya avakirina komîteyek peydakirina rasitiyê bona seredana navenda hewayî ya Eyn Esed teqez kir.
Serokkomarê Emerîkayê şeva buhurî li sefereke nişkêveyî bo Iraqê li navenda Eyn Esedê bi eskerên emerîkî re hevdîtin pêk anî û raghand: Qet naxwaze ku hêzên emerîkî ji Iraqê derxîne.
Ev gotinên Trump rastî pêla nerazîbûna kesayetî, partî û komên siyasî yên vî welatî hat.