Li Kirmanşanê erdhej: Bi dehan kes birindar bûn
Di encama erdheja bi giranîya 5.9 rîştêrî da ku derdora Gîlangerbê li parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê girte ber xwe da, 75 kes birîndar bûn.
Erdhejeke bi giranîya 5.9 rîştêrî duh danê êvarê derdora bajarê Gîlangerbê li parêzgeha Kirmanşanê hejand.
Serokê Çiqa Dermankirinê ya Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Kirmanşanê Behmen Roşenî di vî warî da got ku pirranîya birîndaran ji ber revîna ji cihê xwe di dema erdhejêb da birîndar bûne.
Wî bal kişand ser amadebaşîya hemî nexweşxane ûnavendên dermankirinê yên parêzgeha Kirmanşanê û got: Komên hawargiheştin û xilaskirinê demlidest ber bi cihê erdhejê va hatin şandin.
Niştecihên parêzgehên Bexda, Dîyale, Kerbela, Necef, Wasit û şarên Herêma Kurdistana Iraqê ji wan Silêmanîyê jî li vê erdhejê hesîyan.