IraqNûçeRojhilatanavin

Di wezareta Petrola Iraqê de şewatek mezin derket

Avahiya wezareta neft ango petrolê ya Iraqê de şewateke mezin derket û hemwelatiyên Iraqê jî wêneyên şewatê belav kirin.

Li gor gotinên hemwelatiyên Iraqê yên di torên civakî de radigehînin, ku wêneyên wê jî belav kirine, agir îro 17.01.2019ê serê sibehê bi avahiya wezareta neftê ketiye.

Wek di wêneyan de jî diyar dibe, dûkelekî mezin di avahiya wezareta Iraqê ya li paytext Bexdayê de derdikeve.

Heta naha hikûmet û saziyên ewlehiya Iraqê derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedane.

Başa dön tuşu