Gîhandina rêhesina Sûriyê bo Îran û Iraqê, ewlewiyeta Şamê
Wezîrê veguhestinê yê Sûriyê, zeliqandina rêhesina vî welatî li Îran û Iraqê wek ewlewiyeta dewleta Sûriyê raghand.
Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Hemûd, Wezîrê veguhestinê yê Sûriyê roja îniyê got: Zeliqandina rêhesinên Sûriyê, Iraq û Îranê li navça sînorî ya Şelemçê, li başûrê Îranê, dê derbasî qonaxa praktîkî bibe.
Elî Hemûd bal kişand ser pêwîstiya avakirina hêlên mayî ji rêhesina Iraqê û got: Zeliqandina rêheina Îran, Iraq û Sûriyê li pêşerojê bi rêhesina Asiyaya navendî û her wiha bi rêhesina Çîn û Rûsiyê ve bê girêdanê.
Berpirsên îranî jî bal kişandin ser lezgînkirina cihanîna rêhesina Şelemçê û Besrayê bona kemlandina vê proja çend neteweyî û raghandin: Kemlandina rêhesina Sûriyê, Iraq û Îranê xêncî hêsankirina guhestina rêwiyan û kelûmelan dê alîkariya guhestina zirayetkirên çend milyonî yên merasima Erbeîê jî bike.