Dewama nerazîbûnên seranserî li Tûnisê
Dewama nerazîbûnên seranserî li Tûnisê bû sedem ku hemî geştên esmanî yên li vî welatî bên îbtalkirin.
Malpera rojnama El-Quds El-Erebî raghand ku îbtalkirina hemî firînan li balefirgeha navneteweyî ya Tûnisê bûye sedema hêsrbûn û nerazîtiya rêwiyan û aloziya li vê balefirgehê.
Gireva seranserî li Tûnisê ji roja pêncşemiyê ve bona protestokirina sersariya dewletê li bara zêdekirina miaşan û ser deweta Yekitiya giştî ya kar û şuxilên li Tûnisê destpê bûye.
Şîrketa balefiran a Tûnisê li bara rawestandina firînan li rojên îniyê û şemiyê agahî daye û Wezareta hîndekarî û perwerde û xwendina bilind û lêkolînên zanistî jî polên dersê tehtîl kirine.
Tehtîlbûna veguhestina bajaran jî bûye sedema sergerdaniya piraniya welatyên tûnisî li rawestgehên mêtro û ûtûbûs û bê serûberiya trafîkê li paytextê.
Pêştir jî li 2 Mijdara 2018`an piştî işkesta muzakirên dewletê û nûnerên Yekitiya kar û şuxilên Tûnisê, li seranserê vî welatî gireveke mezin bi rê ket
Hewldan û gefên Bacî Qaid El-Sebsî serokkomarê Tûnisê bona kutakirina van girevan, tevî xirabtirbûna qaweta kirîna xelkê, neghêştiye tu encamê.