Berteka Qasimî derheq îdiayên medyaya Almanyayê
Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî derheq dew û dozên hin medyayên Almanyayê li bara vê yekê ku welatiyekî Efxan-Almanî ji ber sîxoriya ji Îranê re li Almanyayê hatiye girtin., diyar kir ku ew kesa ti pêwendiya xwe bi Îranê re tine û Îran ji bihîstina nûçeyên wiha ecîbgirtî nabe, çûnku hin kes dixebitin bi boxtanên derew pêwendiyên kevn ên Îran û Ewropayê li vê dema girîng û hestyar xirab bikin.
Li gor IRNAyê , Behram Qasimî şeva çûyî got: Tehranê bi caran diyar kiriye ku pêwendiyên kevn ên Îranê û gelek ji welatên ewropî bi taybetî welatên endamên Yekitiya Ewropayê yên ku peymana Navokî îmza kirine, dijmin û neyarên xwe hene ku her çi ji destê wan tê dikin daku pêwendiyên hanê xirab bikin.
Hin medyayên Almanyayê roja sêşemê ragihandin ku welatiyekî Efxan-Almanî ku wekî wergêr û şêwirkar di nav artêşa Almanyayê de dixebitî bi tawana sîxoriya ji bo Îranê hatiye girtin.
Li vê navberê de rojnama Handelsblatt ya Almaniyayê duh li xwe mukir hat ku li paş pêvajoya çêkirina vê dosiyê destê Amerîkayê heye. Vê rojnamê nivîsiye ku rêxistina sîxoriyê ya Amerîkayê CIA ji Artêşa Almanyayê re ragihandiye ku sîxorek di nav artêşa vî welatî de ye ku ji bo Îranê dixebite.
Piştî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî ev welata bi awayên curbicur xebutiya ku pêwendiyên navbera Îranê û welatên Ewropî xirab bike û wan neçar bike ku ji Lihevkirina hanê derkevin.