Seyyid Hesen Nesrullah: Îsraîl li Sûriyê têk çûye û berxwedanê mûşekên nîşangîr di destê xwe de hene
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê şeva çûyî li gotûbêja bi kanala Al-Mayadeen re bal kişand ser serkevtinên dawiyê yên Mêhwera Berxwedanê li Sûriyê û got: Îsraîl li Sûriyê işkesteke mezin lê ketiye.
Li gor rapora IRIB Newsê, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnan seyd Hesen Nesrullah bi bîr xist Sûriyeniha piştî heşt salan krîza vî welatî di rewşeke pir baş de ye.
Nesrullah herwiha got: Îsraîlê gişt miraz û hêviyên xwe li Sûriyê winda kirin.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha bal kişandser liv û tevgerên Îsraîlê li ser sînorê Libnanê û got: Her şerekî muhtemel ji aliyê Îsraîlê yê li dijî Libnanê wê bibe sedem ku gişt erdên dagîrbûyî bibin meydana şêr.
Nesrullah got ku Hizbullah ji bo şerê pêşerojê têra xwe mûşekên nîşangîr hene û Hizbullah li hemberî her desdirêjî û êrişeke Îsraîlê an jî terorkirina endamên Hizbullahê li Libnan û Sûriyê wê bersiveke tund bide siyonîstan.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê li bara Filistînê û plana Amerîkayê ya bi navê “Muamileya Serdemê” got: Ti komeke filistînî vê planê napejirîne.
Nesrullah got ku Amerîka û welîehdê Siûdî Muhemed bin selman hewldidin vê planê bêxin meriyetê lê divê ew bizanin ku ev plana nagihêje encamê.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha pesna berxwedana yemeniyan li hemberî Hevpeymaniya desdirêjkar a Siûdî da û got: Hêja ye ev berxwedan were ders dayîn û bi yeqîn xelkê Yemenê desdirêjkaran têk bidin.
Nesrullah bal kişand ser boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê û got: Çil sal e ku Amerîka û gişt dîktatorên cîhanê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ne, lê wan ti karek nekir.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha li bara gotegotên derheq silametiya xwe de got: Ez tam silamet im.