FilistînNûçeRojhilatanavin
Êrişa bajaroknişînên siyonîst ser mizgevta Eqsayê
Bajaroknişînên siyonîst îro çarşemiyê bi piştgiriya eskerên siyonîstî ji Bab Ul-Muxaribê derbasî nav mizgevta Eqsayê bûn û li navça Bab Rehmeyê ayînên telmûdî li dar xistin.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, eskerên îsraîkî nehiştin ku nimêjkirên filistînî derbasî navça Bab ul-Rehmeyê bin.
Di eynî demê de Ebdulnasir Ebû besel wezîrê ewqaf û karûbarên olî û nirxên pîroz ên îslamî yên Urdinê nehişt ku Rejîma Siyonîstî destdirêjiya ser mizgevta Eqsayê bidomînin.
Vî wezîrê urdinî destdirêjiyên bajaroknişînan, wezîran, nûnerên Kênêst û eskerên Îsraîlî ser mizgevta Eqsayê bi tundî şermezar kir û got: Ev kiryarên siyonîstan lîstika bi êgir e.