Girtina hejmarek ji filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê
Eskerên Rejîma Siyonîstî hejmarek ji filistîniyan li navçên curbicure kêleka rojava ya çemê Urdinê girtin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, eskerên siyonîst roja çarşemiyê pênc filistîniyên ku li kampa awareyên El-Robê li Xelîlê kom bibûn, girtin.
Li encama vê pevçûnê eskerekî siyonîst birîndar bû.
Di hemen demê de, eskerên îsraîlî piştî êrişa ser Nablos, Beyt Lehm, Qeqîlya, Tûlkerem û Ramullah êriş kiri ser malên filistîniyan û navmala wan li hev xistin û 17 filistînî bi îdiaya xebat û berxwedanê girtin.
Li encama van êrişana hin pevçûn navbera filistînî û hêzên artêşa Rejîma dagirkirê Qudsê cih hat û hejmarek ji filistîniyan bi derba gulla dagirkirên siyonîst birîndar bûn.
Kêleka rojava ya çemê Urdinê, her roj sehna destdirêjiya eskerên siyonîstî û erkdarên serwîsên ewlehiyê yên teşkîlata xweîdarekir a Filistînê ye ku bi armanca serkutkirina întifaza Qudsê û rawestandina operasyonên berxwedanê cih tê.