Pakistan: Tevî hewldana zêde ya endamên li pişt perdê, peywendiyên Îran û Pakistanê tim xurt û qahêm mane
Wezîrê karên derve yê Pakistanê teqez kir ku hewldana endamên biyanî bona lihevxistina peywendiyên baş navbera Têhran û Îslambadê rastî işkestê hatiye.
Li gorîrapora IRIB Newsê, ji Îslambadê, Şah Mehmûd Qureyşî li gotûbêja bi kanala nûçan a Dunya Newsê got: Tevî hewldana zêde ya endamên li pişt perdê, peywendiyên Îran û Pakistanê tim xurt û qahêm mane.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê bal kişand ser komployên dijminan bona pêkanîna bêtifaqiyê navbera Îslamabad û Têhranê û got hin welat hewl didin navbera Têhran û Îslambadê bê tifaqiyê çêkirin û derbê li peywendiyên baş navbera Pakistan û Îranê xînin.
Şah Mehmûd Qureyşî her wiha got ku piştî azadiya hin sînorparêzên rewandî yên Îranê, hewldanên Pakistanê bon azadiya sînorparêzan didomin.
Rayedarên Pakistanê meha derbasbûyî û piştî êrişa terorîstî li parêzêgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê jî amadetiya xwe bo her cure hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re raghandibûn.
Çarşemiyê 13 Sibatê otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da 27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn. Koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş Ul-Zilmê berpirsiyariya vê êriş da istûyê xwe.