Dêhqanî: Piştgîriya ji boykotên dijî Îranê binpêkirina hevgirtina cîhana Îslamê ye
Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, got: Welatên ku piştgîriyê didin boykotên Amerîkayê yên dijî gelê Îranê, rihê hevgirtina di navbera misilmanan binpê dikin.
Xulamhisên Dêhqanî, serokê taxima Îranê di 46`emîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Welatên Endamên Saziya Hevkariya Îslamî (OIC) li Ebûzebiyê, mixabiniya xwe ji ber guherîna armancên sereke ên Rêxistina Hevkariya Îslamî nîşan da û destnîşan kir: Hejmareka pirr kêm ji welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî, bi xerckirina pereyên zav dixebitin ku vê rêxistina serbixwe û girîng a navnetewî bikin wek parek ji teşkîlata xwe ya siyaseta dervee ku ev kara wan bibe sedema bêhitibarî û bê erzişbûna derbeya vê rêxistinê.
Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, bi sekinîna li ser pêwîstiya dewama berçavgirtina mijara Filistînê wekî ewlewiyeta herî jorîn a li destûrxebata Saziya Hevkariya Îslamî, got: Îran îznê nade tu guherîneka nû a li asta cîhana Îslamê, bibe sedem ku fikirîn û baldariya ser mijara herî girîng û kevnar a ku em tûşî wê ne yanê mijara Filistînê were xalifandin.
Dêhqanî herwiha li bara terorîsmê jî got: Terorîsm û tundrêtî li gelek pişkan têk çûye û Îran şanaziyê li rola ku li têkbirina terorîstan hebûye dike.
Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, li dewamê li ser girîngî û pêwîstiya çaksaziya nijyara Saziya Hevkariya Îslamî û pêwîstiya beşdarî û hevkariya azad a hemî welatên endam bona biryardayîn û çalakiyên Saziya Hevkariya Îslamî pêgîrî kir.
46`emîn dewra Civînên Wezîrên Karên derve yên Saziya hevkariya Îslamî, roja îniyê bi serokatiya Ebdulah Bin Zayid Alê Nehyan, wezîrê karên derve yê Imaratê li Ebûzebiyê hate lidarxistin.